Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Hikûmeta Sûrîyê Êrîşa Kîmyayî li Dar Xist


.

Rêvebirîya Amerîka dîyar kir ku di destê wan de hin delîlên nîşan didin ku rêjîma Esad êrîşa kîmyayî li dar xistîye, hene

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di brîfînga rojane de dîyar kir ku li gor hin delîlên ‘’bi awayekî xurt bawerîyê didin’’, hikûmeta Sûrîyê li Duma ya Gutaya Rojhilat êrîşa kîmyayî li dar xistiye.

Nauert da zanîn ku xebatên bo tespîtkirina cûreyên çekên kîmyayî didomin.

‘’Em dizanin ku li pişt êrîşê hikûmeta Sûrîyê heye’’ Nauert got.

Ser pirsa ‘’Ti delîl di destê Amerîka de hene?’’, Nauert got ku ‘’Erê, hene’’

Nauert da zanîn ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) bo topkirina delîlan roja Şemîyê diçe Sûrîyê.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders jî da zanîn ku berpirsê êrîşa li Duma hikûmeta Sûrîyê ye û dîyar kir ku jiber ku Rûsya, Şam nesekinandîye ew jî ‘’beşeke vê kêşeyê ye’’

Sanders got ku Qesra Sipî bi hevalbendên xwe re danûstandinên ser Sûrîyê didomîne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG