Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ: Amerîka Dê Heta Dawîya Nîsanê Hemî Leşkerên Xwe ji Sûrîyê Vekişîne


Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ji zarê karbidestên navên wan eşkere nekir ragihand ku Amerîka dê heta dawîya meha Nîsanê temamê leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişîne.

Li gor karbidestên ku WSJ’ê re axifîne, rêvebirîya Trump, ser berevanîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya piştî vekişîna ji herêmê hîn ti plan çênekiriye.

Karbidest dîyar dikin ku HSD dê herêma dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bistîne û leşkerên Amerîkî jî dê bala xwe bidin ser vekişînê.

WSJ dide zanîn ku ger rêvebirîya Trump ti guherînê neke, dê heta nîvê Adarê beşeke leşkerên xwe, û heta dawîya Nîsanê jî temamê wan vekişîne.

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ser plana vekişînê û dema wê ti agahîyan nade.

Serok Donald Trump, di civîna Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê de dîyar kiribû ku dibe ku ew hefteya pêş ragihînin ku rêxistina tundrê 100 ji sedî hatiye têk birin.

XS
SM
MD
LG