Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Hin Toleyên Ser Sûrîyê Sist Dike


Wezareta Xezîne ya Amerîka
Wezareta Xezîne ya Amerîka

Rêvebirîya Amerîkî ragihand ku ewê toleyên dijî Sûrîyê bo rêxistinên sivîl sist kiriye ku bikaribin bi hikûmeta Sûriyê re bixebitin.

Wezareta Xezîne ya Amerîka dîyar kir ku wê pîvanên niha yên ku bi navê 'Rêziknameya Toleyên Sûrîyê' guhertîye da ku destûrên rêxistinên sivîl jibo hin kiryar û çalakîyan berfireh bike.

Hevdem, wezaretê bi armanca piştgirîya rêxistinên sivîl yên li Sûrîyê ku ew bikaribin zêdetir beşdarî kiryaran û çalakîyên bibin, destûrnameyek giştî ya bo rêxistinên sivîl jî guhert.

Bi guhertinê, ewê rêxistinên sivîl bikarin beşdarî kiryarên veberhanana nû, kirîna berhemên petrolê yên rafînekirî yên Sûrî jibo bikaranîna li Sûrîyê û hin kiryarên bi beşên hikûmetê re, bibin.

Herwiha, Xezîne ya Amerîka got ku armanca van gavên nû hêsankirina alîkarîyên mirovahî yên bo gelê Sûrîyê ye.

Wezaretê destnîşan kir ku guhertinên nû tenê bi armanca piştgirîya kiryarîyên bê qezenc yên ku berê hatine destûr kirin, yên wek projeyên mirovahî û avakirina demokrasîyê, hatine kirin.

Rêvebirîya Serokê berê Donald Trump di Hezîrana borî de dijî Serokê Sûrîyê Beşar Esad û derdora wî ya nêz toleyên berfireh ragihandibû da ku dahata hikûmetê Esad asteng bike, wî neçar bike ku vegere danûstandinên bo bidawîkirina şerê navxweyî.

XS
SM
MD
LG