Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Hevdîtinên Amerîka û Talîban Ti Encam Derneket


Di hevdîtinên Amerîka û Talîbanê de ti pêşketin çênebû û her du alîyan navber dan danûstandinan.

Li gor daxuyanîyên berpirsên Talîbanê her du alî bo gavên nû dê bi rêvebirîyê bişêwirin.

Nûnerên Amerîkî piştî hevdîtinan ti daxuyanî nedan.

Hevdîtina Amerîka û Talîbanê par, di dawîya salê re destpê kiribû û li Qatarê dom kiribû.

Di hevdîtinan de Amerîka ji Talîbanê dixwest ku Afganistanê neke navenda ti rêxistinên din ên terorî û Talîbanê jî ji Amerîka dixwest ku hêzên xwe ji Afganistanê vekişîne.

Amerîka herwiha ji Talîbanê dixwaze ku hikûmeta Afgan nas bike û agirbestê ragihîne, lê ew rêxistin hikûmeta Serokê Afganistanê Eşref Ganî qebûl nake.

Hilbijartina Afganistanê dê di 28’ê Îlonê de li dar keve.

Talîban bang li gel dike ku neçin ser sindoqan û herwiha dide zanîn ku ewê dijî civînên sîyasî û mîtîngan êrîşan li dar xe.

XS
SM
MD
LG