Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Hazirî Dike ku Çekan Bifroşe Taywanê


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka dê çek û tankên nû bifroşe Taywanê.

Reutersê ji zarê çar jêderên cihê piştrast kir ku plana firotana çekan ji Kongresa Amerîkî re hatiye şandin.

Li ber e ku Çîn bo vê planê bertekan nîşan bide.

Taywan di rojên borî de dîyar kiribû ku ewê tankên Amerîkan yên M60 Patlon modernîze bikin.

Serokê Taywanê Tsa Ing-Wen di meha Adarê de dîyar kiribû ku Amerîka bi awayekî erênî li firotana çekan dinêre.

Çîn dide zanîn ku Taywan bi kirîna çekan qanûnên navneteweyî binpê dike.

XS
SM
MD
LG