Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Hejmara Êrîşên Terorî 23 ji Sedê Kêm Bûn


Wezareta Derve ya Amerîka, Rapora Terorîzmê ya Welatan, ku her sal diweşîne, belav kir.

Di raporê de, Îran, Koreya Bakur, Sûrîye û Sûdan wek ‘’dewletên ku alîkarîya madî didin terorê’’ hatin bi nav kirin.

Li gor raporê, di navbera 2016 û 2017’an de êrîşên terorî yên li seranserê cîhan3ê 23 ji sedê kêm bûn û ew kêmbûn bi têkçûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraqê ve hat girêdan.

Rapor dide zanîn ku hejmara kuştîyên jiber terorê jî 27 ji sedê kêm bûne.

Tê ragihandin ku Amerîka û hevalbendên wê dijî komên tundrê pêşketinên mezin bi dest xistine, lê rêxistinên wek DAIŞ û El-Qayde belav bûne û li gor şertên nû yên leşkerî xwe jinûve ava kirine.

DAIŞ û rêxistinên din yên terorî êdî ne ji navendeke fermandarî, lê bi awayekî belavbûyî tê birêve birin.

Di raporê de tê ragihand ku rejîma Esad, rê li ber rêxistinên wek El-Qayde û DAIŞ vedike û ew jî dike ku rêxistinên wisa mezin bibin.

Rapor dîyar dike ku DAIŞ ji hindurê Sûrîyê plana êrîşên li derve dike û rejîma Esad ji DAIŞ’ê petrolê dikire û bi vî awayî pereyên rêxistinê zêde dike.

Sûrîyê di rojên dawî de ser gumana karanîna çekên kîmyayî li Îlibê, di rojevê de bû.

Rapor dide zanîn ku rejîma Esad ji 2013’an vir ve her sal dijî gelê Sûrîyê çekên kîmyayî bikar tîne.

XS
SM
MD
LG