Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Ser Girtinên li Tirkîyê Fikarên Xwe Dîyar Dike


Berdevka Wezareta Karên Derve yên Amerîka

Berdevka Wezareta Karên Derve yên Amerîka Heather Nauert, di preskonferansekê de fikarên xwe yên ser girtînên Tirkîyê dîyar kir û bang li wê dewletê kir ku rêzê ji mafên mirovan re bigire.

Nauert da zanîn ku karbidestên hikûmetê Tirk, li ser kesên ku ji hikûmetê cûda difikirin zordarîyê dike ku ew jî bi Amerîka re fikarên mezin çêdike.

Ser pirsa ‘’Ji 170 zêdetir rojnamevan û jimareke parlamenteran girtî ne, gelek sazîyên medya hatin girtin, hûn Tirkîyê hîn jî wek welatekî demokratîk dibînin?’’, Nauert da zanîn ku ser girtinan bi karbidestên hikûmetê Tirk re diaxifin.

‘’Bawerîya me bi azadîya medya û azadîya beyanê heye. Her çiqas ji hin axaftinan, hin netewe û serok aciz dibin jî em bi vê bawer in. Amerîka, li Tirkîyê û welatên din dê piştgirîya azadîyên ku demokrasîyan xurt dikin û divê werin parastin bike.’’ Nauert got.

Berdevkê wezaretê, bang li Tirkîyê kir ku rêzê ji mafên mirovan û azadîyên bingehîn û darizandina adil re bigire.

XS
SM
MD
LG