Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Ser Girtina Aktîvîstên Mafên Mirovan Fikarên Xwe Radigihîne


Wezareta Karên Derve yên Amerîka, ser girtina desteserkirina aktîvîstên mafên mirovan li Tirkîyê, daxuyanîyek weşand.

Wezaretê dîyar kir ku Amerîka jiber desteserkirina endamên Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) yên Tîrkîyê û hin rêvebirên sazîyên din yên rêzdar ketîye fikarên kûr.

Di daxuyanîyê de, wezaretê bang li Tirkîyê kir ku kesên hatine desteser kirin li gor peymanên navneteweyî û Qanûna Bingehîn werin darizandin.

Wezareta Karên Derve dîyar kir ku astengîyên li pêş azadîya beyanê, bingehên civaka demokartîk ji holê radike û di demên zor de, ne kêmdengî, lê pir dengî hewce ye.

12 aktîvîst û rêvebirên sazîyên mafên mirovan, do Pêncşemê li Buyukada ya Stenbolê hatibûn destser kirin. Aktîvîst û rêvebir jibo bernameya ser parastina aktîvîstên mafên mirovan kom bûbûn.

Di serî de Amnesty, gelek sazîyên din yên sîvîl bang li Tirkîyê kirin ku 12 kesên hatine desteser kirin werin berdan.

Serokê Amnesty yê Tirkîyê Taner Kiliç jî girtî ye. Kiliç, di 10’ê Hezîranê de jiber lêpirsîna ser FETO hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG