Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Careke Din Tirkîyê Hişyar Dike


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di brifînga rojane de dîyar kir ku Amerîka, ‘’Tirkîyê ser azadîya medya û beyanê û darizandina adil careke din hişyar dike’’

Nauert, berî ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson serdana Tirkîyê bike da zanîn ku jiber bûyerên tundûtûjîyê yên li bakurê Sûrîyê ketine fikaran û ew fikaran Tirkîyê yên ewlekarîyê yên rêwa jî fehm dikin.

‘’Her çiqas em li Efrînê tune bin jî em jiber bûyerên tundûtûjîye ketine fikaran. Wezîrê Derve Rex Tillerson berê ji Serokomarê Tirkîyê Erdogan re bi awayekî zelal fikarên me gotin.’’ Nauert got.

Nauert dîyar kir ku ew bi hevalbendên xwe yên koalîsyonê re hewil didin ku rê li ber Dewleta Îslamî (DAIŞ) bigirin ku careke din venegere herêmê û sîvîl jî jinûve li warên xwe bi cîh bibin.

Berdevka Wezareta Derve da zanîn ku ew naxwazin bûyerên tundûtûjîyê li bakurê Sûrîyê zêdetir bibin û divê bala herkesî ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê be.

XS
SM
MD
LG