Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Bang li Tirkîyê Dike ku Andrew Brunson Berde


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert bo qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku dadgeha Tirk roja Çarşemê biryar da ku girtîbûna wî bidome, bang li Tirkîyê kir ku Brunson berde.

Nauert di brîfînga medya de, li ser pirsa derbara Andrew Brunson da zanîn ku ew doza wî ji nêz ve dişopînin û bi hikûmeta Tirk re danûstandinan dikin.

Berdevka Wezareta Derve dîyar kir ku ew bawer dikin ku Brunson ‘’bêguneh’’ e û ew ji Tirkîyê dixwazin ku vê mijarê bi awayekî adil çareser bike.

Nauert da zanîn ku mijara Andrew Bruson, bo Wezîrê Derve Mike Pompeo jî mijareke pir girîng e.

Dadgeha Cezaya Giran ya 2’yê ya Îzmirê bi îdiayên ‘’peywendîyên bi Partîya Karkêrn Kurdistan (PKK) û Rêxistina Terorî ya Fettulah Gulen (FETO) û sîxurîyê’’, bi daxwaza 35 sal cezaya girtîgehê Brunson didarîzîne û roja Çarşemê biryar da ku doza wî di 12’ê Cotmehê de bi rûniştina çaran bidome.

Serokê Amerîka Donald Trump jî di nav de, berpirsên Amerîkî bo berdana Brunson li ser Tirkîyê zextê çêdikin.

XS
SM
MD
LG