Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Dibe ku Amerîka Dijî Tirkîyê Toleyên Nû Ragihîne


Donald Trump û Recep Tayyîp Erdogan

Reuters’ê dîyar kir ku ger Tirkîye qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson bernede, Amerîka dê dijî Enqerê toleyên nû ragihîne.

Karbidestekî ku navê wî nehat eşkere kirin ji Reuters’ê re da zanîn ku ji hevdîtina Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton û Balyozê Tirkîyê li Washingtonê Serdar Kiliç ti encama erênî derneketiye.

Heman karbidestî dîyar kir ku Bolton di hevdîtina bi balyozê Tirk re daye zanîn ku Amerîka bi ti awayî ji daxwazên xwe nayê xwarê.

Karbidestê Amerîkî got ku ger di rojên pêş de yan di nav hefteyekê de ti pêşketin çênebin, dibe ku hin toleyên nû werin ragihandin.

Karbidestê Qesra Sipî dîyar kir ku tedbîrên nû dê toleyên aborî bin.

XS
SM
MD
LG