Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Careke Din Bang li Tirkîyê Dike ku Brunson Berde


Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders dîyar kir ku Serok Donald Trump jiber azadnebûna qeşeyê Amerîkî Andrew Bunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, ketiye ‘’xeyalşikestineke mezin’’

Sanders di brîfînga rojane de, ser pirsekê got ku ‘’Serok (Trump) ser azadnebûna qeşe Brunson, Amerîkîyên din û xebatkarên mîsyonên dîplomatîk ketiye xeyalşikestine mezin’’

Sanders bang li Tirkîyê kir ku ‘’ya rast bike û wan kesên girtî berde’’

Sanders dîyar kir ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton li Qesra Sipî bi Balyozê Tirkîyê li Washingtonê Serdar Kiliç re kom bûye û fikarên Amerîka careke din anîne rojevê.

XS
SM
MD
LG