Wezîrê Berevanî yê Serkar yê Amerîka Mark Esper û Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar bi rêka telefonê axifîn.
Di axaftinê de her du wezîr ser sîstema berevanîyê û rewşa Sûrîyê peyivîn û wekî din ti hûrgilî nehat dayîn.
Berî vê axaftinê Esper dabû zanîn ku helwesta wan ya ser S-400 û bernameya F-35 neguherîye.
Li ber bû ku Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ser S-400 daxuyanîyekê bide, lê ew hat taloq kirin.