Wezareta Derve ya Amerîka îro Sêşemê ser biryara Tirkîyê ya şandina keştîya lêgerîna gaze ya ji Derya Sipî re bi daxuyanîyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev biryara Tirkîyê ya yekalî alozîyên li herêmê zêde dike û bi zanebûn jinûve destpêkirina danûstandinên lêgerînê aloz û tevlîhevîyên navbera hevalbendên me yên NATO Yunanîstan û Tirkîyê mezintir dike.
Di berdewamîya daxuyanîyê de herwiha tê gotin ku zordestî, tehdît, tirsandin û kiryarên leşkerî dê alozîyên li Rojhilata Derya Sipî çareser nekin.
“Em bang li Tirkîyê dikin da ku vê provakasyonên hesabkirî bi dawî bike û demûdest bi Yunanîstanê re dest bi danûstandinan. Kiryarên yekalî nikarin bawerîyê ava bikin û çareserîyên mayînde pêk bînin.”
Tirkîyê di 11'ê Cotmehê jibo xebatên legerîna gaz û çavkanîyên xwezayî keştîya bi navê Oruç Reîs şandibû Derya Sipî.