Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Li Amerîka 140 Mîlyon Doz Vaksîn Hatine Karanîn


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ragihand ku li Amerîka herî kêm 140 mîlyon doz vaksîn hatine karanîn.

Li gor daxuyanîya dawî ya CDC’ê hejmara dozên vaksînan yên hatine belavkirin jî ji 180 mîlyonî borîye.

CDC’ê da zanîn ku pirtir ji 91 mîlyon kesan bi kêmî ve dozeke vaksînan li xwe xistine û dîyar kir ku hejmara kesên bi temamî vaksîn li xwe dane jî 50 mîlyon derbaz kiriye.

Ji vaksînên hatine belavkirin pirtir ji 90 mîlyonî yên Pfizer – BioNTechê ne, û zêdetir ji 85 mîlyonî jî yên Moderna ne.

Johnson & Johnson heta niha bi qasî 5 mîlyon vaksîn belav kirine ku wê kompanîya dîyar kiribû ku ewê heta dawîya Adarê 20 mîlyon doz vaksîn bide.

XS
SM
MD
LG