Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Li Amerîka 100 Mîlyon Kesî Temamê Vaksînên Korona li Xwe Dane


Qesira Sipî ragihand ku li Amerîka hejmara kesên dijî vaksîna vîrusa korona bi temamî vaksîn li xwe dane gihiştiye 100 mîlyonî.

Kordînatorê Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona yê Qesira Sipî Jeff Zients hejmarên ser karanîna vaksîna eşkere kirin.

Jeff Zients dîyar kir ku ew bi hejmara Amerîkîyên bi temamî vaksîn li xwe dane gihiştine asteke girîng.

‘’Di dawîya Adarê de hejmara kesên bi temamî vaksîn li xwe dane 55 mîlyon bû, eger em wê bi bîr bînin emê bibînin ku me ew hejmar du qat kiriye.’’ Jeff Zients got.

Wî da zanîn ku heta niha 300 mîlyon vaksîn hatine belav kirin û ji wan 220 mîlyon hatine karanîn.

Rêje raber dikin ku li Amerîka 55 ji sedê Amerîkîyên giheştî bi kêmî ve dozekê vaksînê li xwe dane û 40 ji sedê jî bi temamî hatine vaksînkirin.

Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka 32,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 575,845 kes bi wê mirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG