Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Welatên Afrîqa re 9 Mîlyon Doz Vaksîn Dişîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê Qesira Sipî ragihand ku Amerîka roja Înê ji welatên Afrîqa re 9 mîlyon doz vaksînên vîrusa korona şandine.

Qesira Sipî dîyar kir ku Amerîka ji welatên din re jî 2 mîlyon doz vaksînên din bi rê kirine.

Berdevikê Qesira Sipî Kevin Munoz ji Twitterê şandina 11 mîlyon vaksînan ragihand.

Munoz dîyar kir ku divê welatên din jî mîna Amerîka ‘’bi lez û bez’’ vaksînan bişînin û da zanîn ku pêdivîya cîhanê bi tevgereke wisa heye.

XS
SM
MD
LG