Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Venezuela Toleyên Nû Radigihîne


Amerîka, piştî Nicolas Maduro careke din bo serokwezîrîya Venezuela hat hilbijartin, dijî wî welatî toleyên aborî yên nû ragihandin.

Li gor biryarnameya ku Serok Trump îmza kiriye, bi Venezuela re danûstandina petrolê hatiye qedexe kirin.

Wezareta Derve ya Venezeuela da zanîn ku toleyên hatine ragihandin ‘’hovitî’’ ye û bi wan qanûnên navneteweyî têne binpê kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ser jinûve hilbijartina Maduro got ku ‘’dijî demokrasî û pergala qanûna bingehîn êrîşek e’’

Pompeo dîyar kir ku heta rêvebirîya Maduro li Venezual hilbijartineke azad û adil li dar dixîne, ewê civaka navneteweyî wî nepejirîne.

Maduro di hilbijartinê de 68 ji sedê dengan sitandibû, lê 52 ji sedê hilbijêran jiber boykota rikeberîyê neçûbû ser sindoqan.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG