Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Kompanîya Petrolê ya Venezuela Tole Ragihand


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton dîyar kir ku Washingtonê dijî kompanîya PDVSA, ku bo dewleta Venezuela petrolê derdixîne, tole ragihandine.

Bolton ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew dixwazin bi vî awayî rê li ber "rejîma Maduro bigirin ku hebûnên gelê Venezuela talan neke"

Bolton da zanîn ku wan dest danîye ser 7 mîlyar dolarên Venezuela.

Ji alîyê din ve Juan Guaido, ku xwe wek serokomarê demkî yê Venezuela ragihandibû, dîyar kir ku wî ferman daye Kongresa Venezuela ku bo kompanîya petrolê û rêvebirîya Citgo ya girêdayî kompanîyê, navên nû bibînin.

Guaido got ku wan kontrola hebûnên Venezuela yên li derveyî welêt bi dest xistîye.

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steve Mnuchin jî da zanîn ku ewê pereyên ji firotana petrolê têne qezenc kirin ji destê hikûmeta Nicolas Maduro bistînin.

XS
SM
MD
LG