Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Desteserkirina Sîyasetvanê Rikeberîya Venezuela Şermezar Dike


Amerîka desteserkirina sîyasetvanê rikeberîya Venezuela, Freddy Guevara ‘’bi tundî’’ şermezar kir.

Dozgerên Venezuela roja Duşemê dîyar kiribûn ku Guevara bi ‘’terorîzm û îxanetê’’ tê tawanbarkirin.

Washingtonê bang li karbidestên Venezuela kir ku Guevara demûdest berdin.

Amerîka û welatên din yên rojava Juan Guaido wek serokê rêwa yê Venezuela dibînin û Guevara jî yek ji aligîrên wî yên nêz e.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku ew desteserkirina Guaevara û ‘’zextên li ser Guadio bi tundî’’ şermezar dikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG