Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hîndarîyên bi Welatên Kendavê re Radiwestîne


Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku jiber kêşeyên dîplomatîk yên bi Katarê re, hin hîndarîyên leşkeri yên bi welatên Kendavê re rawestandine.

Fermandarîyê ji AP’ê re dîyar kir ku ew jiber rêza bo berjewendîyên herêmî ji hin hîndarîyên leşkerî vedikişin.

Berdevkê CENTCOM’ê John Thomas da zanîn ku ewê bo ewlehî û îstiqrara herêmê, hewil bidin ku hevalbendên wan çareserîyên hevpar bibînin û li ser wan bixebitin.

XS
SM
MD
LG