Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Pêgirîya Xwe bi Îraqê Dubare Dike


Cîgirê Serokwezîrê Îraqê bo karûbarên Enerjî Huseyîn Şehristanî

Hikûmeta Amerîkî pêgirîya xwe ragihand bi hevkarîkirina hikûmeta Îraqê li bi warê berhemînan û hinartina neftê, gaza xwezayî, elektrîk û parastina enerjîyê.

Cîgirê Wezîrê Enerîjîyê yê Amerîkî Daniel Poneman roja Sêşemê ligel Cîgirê Serokwezîrê Îraqê bo karûbarên Enerjî Huseyîn Şehristanî kom bû, li çarçova civînan komîteya hevbeş ya hevkarîya enerejîyê li navbera Amerîka û Îraqê.

Li gor daxuyanîyeke wezareta derve ya Amerîkî, hikûmeta Amerîkî pêgirîya xwe bi piştevanîkirina Îraqê ragihand ku bi warên enerjî û elektirîkê.

Hejayî gotinê ye, sala 2003ê, Amerîka alîkarîyên diravî pêşkeşî Îraqê dike, jibo pêşveberena kerta enerjîyê.

Amerîka her wiha, 4 mîlyar û 600 mîlyon dolar bo elektrîkê û 2 mîlyar û 100 mîlyon dolaran bo kerta nefta Îraqê berdest kiriye.

XS
SM
MD
LG