Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Amerîkî: Li Afganistanê Dê Agirbest Were Ragihandin


Zalmay Xelîlzad

Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad dîyar kir bo cenga bi Talîbanê re bi dawî bibe, ku 17 sal in didome, wan gavên girîng avêtine.

Xelîlzad da zanîn ku wan li ser pêşpeymanekê li hev kiriye û bi peymana dawî re dê li Afganistanê agirbest were ragiandin û di navbera hikûmeta Afgan û Talîbanê de danûstandinên aştîyê destpê bikin.

Wî ji rojnaeya New York Times re got ku Talîbanê daye zanîn ku ''ewê rê li ber rêxistinên terorî bigire ku li Afganistanê bingehan çênekin''

Danûstandinên di navbera Amerîka û şandeya Talîbanê de li Qatarê 6 rojan dewam kiribû.

Talîbanê di navbera 1996 û 2001'an de Afganistan birêve biribû û hîn jî beşeke girîng ya wî welatî di destê wê de ye.

XS
SM
MD
LG