Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Amerîkî: Li Îraq û Sûrîyê Dijî Têkbirina DAIŞ'ê Gef Çêdibin


Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ), ku Amerîka pêşengîya wê dike, li Îraq û Sûrîyê li hember wê rêxistinê her çiqas bi ser dikeve jî, karbidestekî îstixbarata Amerîkî hişyariyek kir.

Davit Cattler, yek ji karbidestên Daîreya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka dîyar kir ku li Îraq û Sûrîyê divê ‘’hîn gelek tişt werin kirin’’

‘’Ez ketime fikaran ku destkeftîyên li Îraq û Sûrîyê ji dest me herin’’ Cattler li Enstîtuya Washingtonê got.

Li Îraq û Sûrîyê bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin û di sê salan de rêxistina tundrê ji 98 ji sedê axa ku kontrola wê bi dest xistibû, hat derxistin.

DAIŞ’ê Reqa wek paytaxta xîlafeta xwe ragihandibû par li wî bajarî û li temamê Îraqê têk çûbû.

Niha koalîsyon bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hewil dide ku çekdarên DAIŞ’ê yên li rojhilata Sûrîyê û nêzî sînorê Îraqê mane, biqedîne.

Cattler dîyar kir ku li cîhanê dengvedana DAIŞ’ê didome û rêxistin hewil dide ku li herêma Îraq û Sûrîyê jî xwe jinûve bi hêz bike.

Cattler da zanîn ku li Sûrîyê niha di navber dijmin û hevalbendan de hin tevlihevî çêbûne û ew tevlihevî bo serkeftinên dijî DAIŞ’ê gefek e.

‘’Amerîka, Îran, Hizbullah, Rûsya hemî dijî DAIŞ’ê şer dikin. Em û rikeberên xwe bi heman dijminî re şer dikin.’’ Cattler got.

Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku ewê DAIŞ ji ‘’aştîya parvebûyî’’ li gor xwe berjewendîyan çêke.

Cattler bi bîr xist ku Tirkîye û Kurd, ku her du jî hevalbendên Amerîka ne, dijî hevdu şer dikin û ew jî bala li ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê belav dike.

XS
SM
MD
LG