Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Leşkerên Amerîkî Dê di Navbera Heseke û Dêrezorê de bi Cîh Bibin


Ajansa nûçeyan ya AP’ê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump mîsyona leşkerî ya bo parastina navendên petrolê yên li rojhilata Sûrîyê pejirandiye.

AP’ê ji zarê karbidestên Amerîkî dîyar kir ku Trump û berpirsên berevanîyê roja Înê civîyane û biryar dane ku bi sedan leşker di navbera Heseke û Dêrezorê de bi cîh bibin.

Ew herêma bi qasî 150 kîlometre dirêj di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Karbidest dîyar dikin ku ewê hûrgilîyên bicîhbûnê di rojên pêş de eşkere bibin.

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) neda zanîn ku dê çend leşker li Sûrîyê bimînin.

Berpirsên navên wan nehatine eşkere kirin amaje dikin ku dê bi kêmî ve 800 leşker di navbera Heseke û Dêrezorê de bi cîh bibin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG