Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Dibe ku Kompanîyeke Amerîkî Heta Îlonê Dermanê Vîrusa Korona Çêke


Kompanîya dermanan ya Amerîkî, Eli Lilly dîyar kir ku ger du xebatên wan yên bi antîkoran baş bidomin ewê dermanê vîrusa korona heta Îlonê hazir be.

Yek ji pisporên Eli Lilly, Daniel Skovronsky ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re da zanîn ku ew bo antîkoreke dê li ser însanan were ceribandin jî dixebitin.

Eli Lilly bo du antîkoran dest bi ceribandinên li ser însanan kiribû.

Ew derman ji koma antîkora monoklonal in ku bo penceşêr û romatîzmayê tê karanînin.

Li ber e ku ew dermanê ji koma antîkora monoklonal, dijî vîrusa korona bi bandor be.

XS
SM
MD
LG