Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî Ser Cureyên Nû yên Vîrusa Korona Ketine Fikaran


Karbidestên saxlemîyê yên Amerîka dîyar dikin ku li welêt hejmara pêketîyên vîrusa korona jinûve zêde dibe.

Di rojên borî de, li Amerîka hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona bi awayekî mezin daketibû, lê ew hejmara jinûve bilind dibin.

Pisporên saxlemîyê ketine fikaran ku cureyên nû yên vîrusa korona, yên zûtir û pirtir belav dibin, li Amerîka bibin vîrusa sereke.

Hefteya borî hejmara pêketinan bi tenê 3 ji sedê daket ku di şeş hefteyên berî wê hefteyê de daketin zêdetir bû.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku dibe ku serketina dijî şewbê sekinîye.

Agahîyên ajansa nûçeyan ya Reutersê raber dikin ku pêketin di hefteya bi 7’ê Sibatê diqede de 25 ji sedê, di ya bi 21’ê Sibatê deiqede de jî 23 ji sedê daketibû.

Jiber kêmbûna pêketinên vîrusa korona û mayînên li nexweşxaneyan hin eyaletên Amerîka tedbîr sist kiribûn.

Her çiqas hejmar di rojên borî de daketibin jî li Amerîka hîn jî her roj bi qasî 70 hezar kes bi vîrusa korona dikevin û pirtir ji 2000 kes bi wê dimirin.

Zanîngeha Johns Hopkinsê dîyar dike ku Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 28,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 514,657 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG