Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Rê li Ber Daxistina Hikûmetê Girt


Serokê Amerîka Joe Biden bernivîsa demkî ya budçeyê ya Civata Nûneran û Civata Senatoran pejirandibû, îmza kir û rê li ber daxistina hikûmetê girt.

Bi bernivîsa Biden îmza kiriye, hikûmet dê heta 3’yê Berfanbarê vekirî bimîne.

Dengdana pêşî ya ser bernivîsa budçeyê berê li Civata Senatoran, ku di bin kontrola Demokratan de ye, li dar ket.

Bernivîs li Civata Senatoran li hember 35 dengan bi 65 dengan hat pejirandin û ji Civata Nûneran re hat şandin.

Li Civata Nûneran jî bernivîs, li hember 175 dengên ‘’na’’, bi 254 dengên ‘’erê’’ hat qebûl kirin.

Hikûmeta Amerîka ji 1976’an vir ve 21 caran hat girtin û ji wan girtinan 3 di dema Serokê berê Donald Trump de çêbûn.

Li gor qanûnên Amerîkî, bo sazîyên dewletê kar bikin divê bi budçeyên Kongresê pejirandine tevbigerin.

Ew girtinên hikûmetê jî bi piranî dema Kongres û Qesira Sipî bo planan li hev nakin çêdibin.

XS
SM
MD
LG