Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Amerîkî: Rêvebirîya Trump Dê Dijî Tirkîyê Toleyên Nû Ragihîne


Medya Amerîkî ragihand ku di hevdîtina şandeya Tirk û karbidestên Amerîkî de ti encama erênî derneketiye.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) dîyar kir ku Amerîka xwestiye ku Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku bi qasî du sal in li Tirkîyê girtî ye, were berdan, lê karbidestên Tirk ew daxwaz nepejirandîye.

WSJ ji zarê karbidestên Amerîkî da zanîn ku jiber ku ji hevdîtinan ti encama erênî derneketîye, alozîya di navbera Washington û Enqerê de kûrtir bûye û dibe ku Washington dijî Tirkîyê toleyên nû ragihîne.

Karbidestên Amerîkî ji WSJ’ê re dîyar kir ku di hevdîtia bi şandeya Tirk de, bo çareserkirina kêşeyan ti pêşdeçûn çênebûye.

Karbidestan got ku rêvebirîya Serokê Amerîka Donald Trump dê dijî karbidestên payabilind yên Tirk toleyan ragihîne.

Rojnameya Washington Post jî da zanîn ku di hevdîtinan de ti pêşketin çênebûye û vê gavê ti nîşanên lihevkirinê xuya nabin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG