Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Hemî Amerîkî Dê Heta 1'ê Gulanê Mafê Vaksînê bi Dest Xin


Serok Joe Biden dîyar kir ku hemî Amerîkî dê heta 1’ê Gulanê mafê vaksînê bi dest xin û da zanîn ku ewê heta 4’ê Tîrmehê jî, ku roja serxwebûna Amerîka ye, nêzî jîyana normal bibin.

Biden seba axaftina xwe ya bo gel roja salvegera yekê ya pandemîya vîrusa korona bijart.

Wî di axaftina xwe ya li Qesira Sipî de dîyar kir ku ewê lezê bidin kempeyna vaksînê, hejmara navendên vaksînan zêde bikin û ewê hejmara pisporên vaksînan zêdetir bikin.

Çaverê ye ku bi plana Biden, 950 navendên saxlemîyê, 20,000 dermanxane bibin navendên vaksînê û doktorên çavan û diranan, xwendekarên nojdarîyê jî bo vaksînkirinê werin erkdar kirin.

Biden dîyar kir ku ew dixwazin ku di Roja Serxwebûnê de pîrozbahîyek çêbe.

Bo pîrozbahîyan bi şertê ku mask werin karanîn û mesafeya civakî jî hebe, bo komên biçûk dê destûr were dayîn.

Serok Biden bi bîr xist ku di saleke dawî de bi qasî 530,000 Amerîkîyan canên xwe ji dest dane û bal kişand ku ew hejmar ji ya kesên di Şerê Yekê yê Cîhanê, Şerê Duduyan yê Cîhanê, Şerê Vîetnamê, û êrîşên 11’ê Îlonê zêdetir e.

Biden da zanîn ku hemî Amerîkîyan hin tişt hinda kirine û ser wê hindakirinê got ku ‘’êş û fedekarîyeke girseyî’’ ye.

Joe Biden roja Pêncşemê paketa vîrusa korona ya 1,9 trîlyon dolarî pejirandibû.

Serok Biden dîyar kir ku ewê bi wê paketê vîrusa korona têk bibin û aborîya Amerîka jî vegerînin ser rojên berê.

Biden bi berdewamî tundûtûjîya dijî kesên bi eslê xwe ji Asya ne şermezar kir û bang li Amerîkîyan kir ku wê tundûtûjîyê bi dawî bikin.

Jimareke Asyayîyan di saleke dawî de rastî êrîş û destdirêjîyan hatibûn.

Serokê berê Donald Trump bo vîrusa korona, ku cara pêşî li Wuhan ya Çînê hatibû dîtin, gotibû ‘’Vîrusa Çînê, vîrusa Wuhanê’’ ye û jiber wan gotinan, bi sedema ku tundûtûjîya dijî Asyayîan sor dike, hatibû rexne kirin.

XS
SM
MD
LG