Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber Bingeha Esmanî ya Amerîka ya li Afganistanê Êrîşeke Xwekujî Çêbû


Karbidestên Afganî ragihand ku di êrîşeke xwekujî ya li dervayê bingeheke leşkerî de 5 kes birîndar bûne.

Karbidestan dîyar kir ku êrîş li nêzî bingeha serekî ya Amerîka ya li Afganistanê pêk hat.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtiye ser xwe lê karbidestên Afgan û NATO piştrast kirin ku kiryar êrîşeke xwekujî ye.

Walîya Herêma Parwanê Vahide Şahkar dîyar kir ku êrîş li hêla başûr ya bingeha esmanî li dar ketiye û 5 kesên birîndar bûne hemwelatîyên Afganistanê ne.

Şahkar da zanîn ku piştî peqînê pevçûnên çekdarî çêbûne û hin êrîşvanan hewil dane ku bikevin hindurê bingeha esmanî.

Hêza NATO bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku di êrîşê de ti leşkerên Amerîka û NATO nehatiye kuştin û birîndar nebûye.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka û Talîbanê ser dîyalogê jinûve dest bi danûstandinan kiribûn.

XS
SM
MD
LG