Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International ji Îranê Dixwaze ku Xwendekarekê Kurd Îdam Neke


Mušterije čekaju u redu na odjelu za kompjutere kako bi za Crni petak kupovali sa popustima u trgovini lanca Best Buy, u Filadelfiji, 23. novembra 2012.
Mušterije čekaju u redu na odjelu za kompjutere kako bi za Crni petak kupovali sa popustima u trgovini lanca Best Buy, u Filadelfiji, 23. novembra 2012.

Rêkxistiya Amnesty International daxwazê li hikûmeta Îranê dike, xwendekarekê Kurd îdam neke.

Hebîbullah Letîfî bi tawana 'dijminê Xwedê' hatiye xetabar kirin.

Amnesty International ragihand ku li gor gotina karbidestên Îranî, Letîfî roja Yekşembî li zîndana bajarê Sine li herêma Kurdistana Îranê dihête îdam kirin.

Letîfî, xwendekarê beşê qanûnê bû Zanîngeha Azad, li herêma Îlamê. Li sala 2007 li Sine hate desteser kirin bi gumana têkelî hebûn bi komela çekdariya PJAK’ê re. Li sala 2008 hûkimê îdamê li dijî wî hate dan.

Berpirsê pişka Rojhilata Navîn û Bakura Afrîka li rêkxistiya Amnesty International, Malcolm Smart, dibêje dadgehî kirina Letîfî li gor pîvanên navneteweyî nebû.



XS
SM
MD
LG