Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty Polîsên Hong Kongê bi Êşkence û Reftarên Xirab Tawanbar Dike


Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) îro Înê polîsên Hong Kongê tawanbar dike ku dijî xwepêşandarên demokrasîxwaz êşkence û reftarên din yên xirab bi kar tîne.

Nicholas Bequelin, rêvebirê giştî yê Amnesty ku ji herêma Asya Rojhilat berpirs e, got ku di destê wan de bi têra xwe delîl hene ku çawa polîsên Hong Kongê rêbazên tund û tûj bi kar tînin.

“Delîlên heyî guman nahêlin ku çawa polîs dijî xwenîşanderan bi awayekî tolhilder rêbazên tund û neqanûnî bi kar tînin. Dîsa, desterserkirinên nerêwa û pêkanîna tundîya dijî kesên girtî û herwiha êşkencekirina wan kesan jî pêk hatine.”

Polîsên Hong Kongî îdiayên Lêxweşbûna Navnetewî red kir û got ku reftarên wan yên dijî xwepêşanderan maqûlane û di çarçoveya qanûnê de ne.

“Em rêz li kesên desteserkirî digirin, agahîyên wan yên taybet û rûmeta wan diparêzin. Dema ew di bin kontrola me de ne, em dihêlin ku ew bi malbat û parêzerên xwe re bipeyîvin û di demên pêdivî de herin nexweşxaneyan.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji çend hefteyên vir ve xwepêşandanên demokrasîxwaz li Hong Kongê didomin jiber ku xwenîşander naxwazin kesên ku tawan kirin, jibo dadgehkirinê ji Çînê re werin şandin.

XS
SM
MD
LG