Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî, Amnesty International îro Sêşemê ragihand ku di xwepêşandanên Îranê de heta nih pirtir ji 100 xwenîşander li 21 bajarên wî welatî hatine kuştin.
Amnesty da zanîn ku dûravêjan li banên xanîyan û di bûyerekê de jî ji helîkopeterekê gule barandin ser xwepêşandaran û ew kirin armanc.
Lêxweşbûna Navnetewî da zanîn ku li gor agahîyên ji raportên pêbawer yên ji dîdevanan, vîdyoyên piştrastkirî û ji agahîyên bizavkarêm madên mirovan, bi kêmî ve 106 xwepêşander, ji 21 bajarên Îranê hatine kuştin.
“Amnesty bawer dike ku hejmara rastîn kuştîyan hîn zêdetor be û hîn raport texmîn dikin ku heta 200 kes hatibin kuştin,” daxuyanîya amnesty got.
Xwepêşandanên dijî hikûmetê Înîya borî destpê kiribûn, piştî ku buhayê şewitê herî kêm 50 ji sedê hatibû zêde kirin.
Şîroveyan bibîne
Already have an account? Log in
Not a registered user? Navê xwe binivîse
Pirtir şîrove bar dike