Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Li Îranê Herî Kêm 143 Xwenîşander Hatin Kuştin


Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) ragihand ku di protestoyên Îranê de bi kêmî ve 143 xwenîşander hatine kuştin.

Amnesty da zanîn ku li gor raporan, ji xwenîşanderan yek bi lêxistinê û yek bi gaza rondikrêj û yên din jî bi çekan hatine kuştin.

Rêxistinê dîyar kir ku hejmara kuştîyên ew texmîn dikin zêdetir e û amaje kir ku ew lêkolînan didomînin.

Amnesty International bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku hikûmeta Îranê şermezar bikin.

Berpirsê Rojhilata Navîn yê Amnesty International Philip Luther dîyar kir ku bîragiştî ya navneteweyî dijî Îranê bertekên tund nîşan nedane.

Luther got ku xwenîşander bi awayekî nehiqûqî hatine kuştin û ‘’bersîva bêdeng ya bîragiştî kêm e û xemgînîyê çêdike.’’

XS
SM
MD
LG