Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêxweşbûna Navnetewî jiber Cezayê Darvekirinê Rexne li Herêma Kurdistanê Digire


Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) darvekirina zilamek û du jinên wî, ku alîyê dadgehê ve sala borî ceza li wan hatibû birîn, li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar kir.

Amnesty International dibêje, berdewamkirina cezayê wî rengî gaveke neyênî ya paşve ye.

Di 12ê Tebaxê de Farhad Jaafar Mahmood û du jinên wî Berivan Haider Karim û Khuncha Hassan Ismaeil hatibûn darve kirin, piştî ku dadgeheke li bajarê Duhokê di Nîsana 2014'an de cezayê mirinê li wan birî, bi sedema revandin û kuştina du zarokên xwendekar di 2011 û 2012'ê de.

Cezayê wan sê kesan vê dawîyê ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibû erê kirin û ew hatibûn îdam kirin, piştî ku Dadgeha Bilind jî ew ceza pejirandibû.

Li Herêma Kurdistanê, divê serokê herêmê cezayê darvekirinê erê bike ku ew ceza bî cîhanîn.

Ev cara yekê ye ji sala 2008'an vir ve ku cezayê îdamê li herêmê hat cîhanîn.

Amnesty International dîyar dike ku, sedem çi dibe bila bibe, ew dijî cezayê mirinê ye jiber ku ew dijî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan (Universal Declaration of Human Rights) e û rêbazeke nemirovanê ye.

XS
SM
MD
LG