Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty jiber Binpêkirinên Mafên Mirovan Serokomarê Tirkîyê Erdogan Protesto Dike


Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) îro Pêncşemê xwepêşandanekê li dar dixe ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, jiber binpêkirina mafên mirovan li Tirkîyê, protesto bike.

Amnesty bal dikşîne ku derfet li pêş Serokê Amerîka Barack Obama heye ku çareserkirina mijarên cidî yên mafên mirovan ligel rêberên cîhanê nîqaş bike ku vê hefteyê bo Hilcivîna Navokî li Washingtonê ne.

“Bi taybetî jî, divê Obama operasyonên ewlekarîyê yên zordarî ku li rojhilat û başûrê rojhilata Tirkîyeyê didomin, bi Erdogan re nîqaş bike. Êrîşa hikûmeta Tirk ya li ser bajar û herêmên Kurdan, ku bîst û çar seetan çûna derve û xizmetan qedexe dike, jîyana 200,000 kesan dixe xeterê.”

Efûya Giştî bi berdewamî dîyar dike ku li hin herêman Kurdan xizmeta av û elektirîkê hatîye birîn û li gor raportên ku tên destê wê hêzên ewlekarîyê rêya ambûlansan digirin da ku ev negehin nexweşxaneyan.

“Qedexeya ser çûna derve ji Tîrmeha sala 2015an, dema ku pêvajoya aştîyê ya di navbera hikûmetê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) têk çûbû heta niha didome.

“Serok Obama wek xwedîyê malê divê vê derfetê li ser wan lîdereran wek zextekê bikar bîne da ku ew mafên mirovan li welatên xwe bicih bînin," rêvebirê Amensty li Waşîngtonê T. Kumar got.

“Heta niha Tirkîye li ser vê mijarê gelek kêm rûbirûyê rexneyên global bûye, jiber ku civaka navnetewî zêdetir li ser alîkarîya Tirkîyeyê ya di krîza penaberan rawistîbû. Ew mijare krîtîk dimîne, lê binpêkirina mafên mirovan yên berdevam nabe bê hinda kirin.”

Amnesty bi bîr tîne ku karbidestên Tirk çavdêrên serbixwe yên wek rêxistinên mafên mirovan qedexe kirin ku bikevin herêmên bin qedexeya derketina derve. Ew jî derxistina wêneyek rast derbarî bûyeran de dixe zorê.

“Gelê li dijî îstîsmaran diaxive tên tehdît kirin û bi ceza û formên din yên tacîzê tên tirsandin.”

Protestoya Amnesty îro Pêncşemê li pêş Enstîtuya Brookings di demjimêr 11:30 de, dema Erdogan li nav avahîyê dipeyvîve pêk tê.

XS
SM
MD
LG