Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêxweşbûna Navnetewî Xelata Balyoza Vîjdanê ji San Suu Kyi Distîne


Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) ragihand ku wê Xelata Balyoza Vîjdanê ku pêşkêşî rêbera Myanmarî Aung San Suu Kyi kiribû, paşve kişand jiber ku wê bi rûreşî xiyanet li nirxên mafên mirovan kiriye.

Sekreterê Giştî yê Lêxweşbûna Navnetewî Kumi Naidoo ji Aung San Suu Kyi re nameyek şand û ew li ser kişandina xelata sala 2009’an agahdar kir.

“Rêxistina me ji Aung San Suu Kyi gelek dilşikestî ye ku wê desthilata xwe jibo parastina mafên mirovan, dadmendî û wekhevî bi kar nayîne û li hember xirabkarîyên artêşa Myanmarî xwe bêdeng dike û nema berevanîya azadîya ramanê dike,” Naidoo got.

Wî bi berdewamî got “hêvîya wan ew bû ku San Suu Kyi wek Balyoza Vîjdanê ya Lêxweşbûna Navnetewî, ne tenê li myanmarê, le li her derê dijî neheqîyan biaxifîya.”

Naidoo got êdî ew dibînin ku San Suu Kyi nema sembola hêvî, wêrekî û berevankara mafên mirovan e û ne pêkan e ku Amnesty International wê wek Balyoza Vîjdanê bihêle.

XS
SM
MD
LG