Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty Banga Vekolîneke Serbixwe ji Bûyerên Sirûcê re Dike


Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) bang li karbidestên Tirkîyê kir ku vekolînekê li ser bûyerên tundyîya kujêr li Sirûcê bike.

Rêbebirê Lêxweşbûna Navnetewî Andrew Gardner ji karbidestên Tirkîyê xwest ku vekolîneke bêalî û serbixwe bikin.

"Jibo kêmkirina girjî û alozîya heyî û bo jinûve bicîhkirina nîzama civakî, dive vekolîneke wiha were kirin û divê êrîşên wiha qet bê ceza nemînin."

Di 14’ê Hezîranê de, dema parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, serdana dikanan dikir, li sûka firoşgehan nîqaş çêbûn û li dû re di êrîşa bi çek û kêran de 4 kes hatibûn kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG