Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International: Tirkîyê bi Operasyona Dijî Sûrîyê Ser Rikeberîyê Zext Çêkir


Amnesty International

Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) dîyar kir li Tirkîyê bi sedan kes jiber nûçe û şiroveyên xwe yên ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê hatine girtin.

Wê rêxistinê da zanîn ku kesên hatine desteser kirin bi tawanbarkirinên ‘’ecêb’’ re rû bi rû mane û amaje kir ku hikûmeta Tirk zexta li ser rexneyan girantir kiriye.

Li gor rapora Amnesty International’ê kesên li ser medya civakî, rojnamevan û xwepêşandaner bi ‘’terorîzm’’ê hatine tawanbar kirin û dijî wan lêpirsînên cezayî, desteserkirinên belasebeb û qedexeya rêwîtîyê hatine ragihandin.

Dîrektora Amnesty Internationl ya Ewrupa Marie Struthers dîyar kir ku Tirkîyê operasyona dijî Sûrîyê bo tunekirina dengê rikeberîyê wek fersendekê bikar anîye.

‘’Nîqaşkirina mafên Kurdan û sîyaseta wan ji berê hîn zêdetir hat qedexe kirin’’ Struthers got.

Di raporê de ser rojnamevanên piştî operasyona Tirkîyê hatine desteser kirin hûrgilî hatiye nivîsîn.

Li gor hejmarên fermî tenê di hefteya pêşî ya operasyonê de dijî 839 hesabên medya civakî lêpirsîn destpê kiriye û 186 ji alîyê polîsan ve hatine desteser kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG