Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Brîtanya Dijî Rêvebirîya Myanmarê Givaştinan Zêde Dikin


Hikûmetên Amerîkî û Brîtanî, wek xurtkirina givaştinên ser rêvebirîya leşkerî ya Myanmarî, îro Pencşemê dijî du kompanîyên bin kontrola artêşê toleyên nû ragihandin.

Piştî ku generalên Myanmarî di 1’ê Şubatê de dest danabû ser desthilatê, bi awayekî tund bersîvdana xwepêşandanên nerazîbûnê dabû.

Di xwepêşandanna de bi dehan kes hatibûn kuştin û bi sedan kesên din jî hatibûn desteser kirin û Washingtonê helwesta rêvebirîya leşkerî bu tundî şermezar kiribû.

Wezareta Xazîne ya Amerîkî ragihand ku Kompanîya Fermî ya Holdinga Aborîyê û Kompanîya Ekonomîk ya Myanmarî, jiber rola wan ya di binpêkirinên mafê mirovan de û zêdegavîyên dijî Misilmanên Rohinyayî, wê bibin armanca toleyên hikûmeta Amerîkî.

Wezaretê da zanîn ku hikûmeta Brîtanî ji bi heman sedeman ew her du kompanî xistine nava lîsta şîrketên cezakirî.

XS
SM
MD
LG