Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî Xema Ser Êrîşên Esmanî li Îraq û Sûrîyê ji Tirkîyê re Ragihand


General Curtis Scaparrotti
General Curtis Scaparrotti

Karbidestekî Amerîkî îro ji Reutersê re got ku bilindtirîn fermandarê Amerîkî li Ewrupa, hefteya borî li Enqerê xema xwe li ser êrîşên esmanî yên Tirkîyê ragihand.

General Curtis Scaparrotti di hevdîtina xwe ya ligel Serokerkanê Tirkîyê Hulusî Akar de xema xwe ji wî re dîyar kir ku Enqerê bê agahdarkirina wan êrîşên esmanî li bakurê Îraq û Sûrîyê qewimîne.

Fermandarên Amerîkî hefteya borî gotibû ku Tirkîyê kêmtir ji yek seet berî êrîşan, agahî dabû wan û ew dem jî jibo misogerkirina hêzên koalîsyonê li erdê ne bes e.

Karbidestekî wezareta derve yê Tirk gotibş ku wan hem bi rêkên dîplomatîk, hem jî leşkerî hevkarîn xwe agahdar kiribûn.

Rûsya jî êrîşên Tirkîyê rexne kiribû û gotibû ku kiryara Tirkîyê prensîbên bingehîn yên nav hikûmetî binpê dikin.

XS
SM
MD
LG