Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Ewrupa ji Tirkîyê Dixwazin ku Jinûve Vegera Peymana Stenbolê


Dîmenekî ji xwepaşandanên jinên li Tirkîyê bo parastina Peymana Stenbolê, 20'ê Adara 2021'an, Enqere

Rêberên Amerîkî û Ewrupî, Tirkîyê bi sedema vekişîna ji Peymana Konseya Ewrupayê ya der barê Têkoşîn û Pêşîgirtina Tudîtûjîya Dijî Jinan û Tundîya Navmalîn şermazar û rexne kirin û hevdem bang li Serokomar Tayyîp Erdogan kirin da ku biryarê jinûve binirxîne.

Amerîka, Almanya, Fransa û Yekîtîya Ewrupa (YE) biryara vekişîna Tirkîyê bi tundî rexne kirin.

Peymana Navneteweyî ya bo parastina mafên jinan jiber ku di 2011'an de li Stenbolê, bajarê herî mezin yê Tirkîyê haibû îmza kirin, wek Peymana Stenbolê tê zanîn.

Hikûmeta Erdogan roja Şemîyê ji Peymana Stenbolê vekişîya û got ku Tirkîyê bi qanûnên navxweyî, ne bi yên derveyî dê mafên jinan biparêze.

Serokê Amerîka Joe Biden bi daxuyanîyekî Tirkîyê şermezar kir û got ku vekişîna Tirkîyê ji peymanê 'bê hêvîtîyekî kûr ' ava kiriye û di hewildanên bo bidawîkirina şîdeta dijî jinan ya li seranserî cîhanê, gav paşde avêtin e.

Li seranserê cîhanê, em dibînin ku di bûyerên tundûtûjiya navmalîn tevî kuştinên jinan yên li Tirkîyê de zêdebûn hene.

“ Divê welat bixebitin ku peywirên xwe yên bo bidawîkirina şîdeta dijî jinan xurt bikin û nû bikin, ne ku peymanên navneteweyî yên ku jibo parastina jinan hatine çêkirin red û darizandina tawanbaran bikin, ” Biden got.

Berpirsê sîyaseta derve ya YE Josep Borrell roje Şemîyê bi daxuyanîyekî got ku biryar nayê fêhm kirin.

" Di derbarê parastina û mafên bingehîn yên jin û keçên li Tirkîyê de xeterîyan ava dike û herwiha peyamekî metirsîdar dişîne seranserê cîhanê. Jiber vê yekê divê em ser Tirkîyê givaştinan bikin da ku ji biryara xwe paşde gav bavêje. ” Borrell got.

Seroka Komisyona Ewrupî Ursula von der Leyen roja Yekşemê li ser Twitter biryara Erdogan rexne kir û wê bang li hemî îmzakaran kir ku peymana Stenbolê erê bikin.

"Jin jibo parastina xwe çarçoveyekî bi qanûna bingehîn ya demûdest mafdar in ," wê got.

Konseya Ewropa ya ku ji 47 welatan pêk tê rexne û fîkarên xwe dîyar kir.

Fransayê ragihand ku vekişîna Tirkîyê di rêzgirtina mafên mirovan de paşvekişînek nû destnîşan dike.

Hevdem, Almanyayê jî got ku divê ne çand, ne ol û ne jî kevneşopî bibe sedema paşguhkirina tunditûjîya ser jinan.

Peymana Konseya Ewrupayê pêşîgirtin, darizandin û astengkirina şîdeta navmalîn û wekhevîya zayendîya civakî armanc dike.

Li Tirkîyê di van salên dawî de rêjeya kuştinên jinan bi rengekî berbiçav zêde dibe û bi hezaran jin roja Şemîyê li dijî tevgera hikûmetê li Stenbol û bajarên din derketin kolanan.

Di hilcivînekî YE ya di vê hefteyê de ewê peywendîyên bi Enqereyê re werin nîqaş kirin.





XS
SM
MD
LG