Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McGurk: Amerîka 155 Mîlyon Dolar Wek Alîkarîya jibo Koçberan Dide Îraqê


Brett McGurck twiter

Nûnerê taybet yê serok Obama jibo hevpeymaniya navnetewî ya şerê li dij DAIŞê Brett McGurck, îro Înê di hesaba xwe yaTtwîterê de çend agahîyên girîng weşandin.

McGurk got ku John Kerry, Wezîrê Derve yê Amerîka di dema serdana xwe ya îraqê de ragihand ku dê Amerîka wek alîkarîya jibo koçberan, 155 mîlyon dolar bide Îraqê

McGurck dide zanîn ku ev alîkarî jibo wan koçberên îraqî ye ku jiber şerê li dijî DAIŞê cih û warên xwe bi hêlane û koçber bûne.

Kerry bi serdanekê li Îraqê ye, li Bexda civîn ligel serokwezîrê Heyder Abadî pêk anî û herwiha li Hewlêrê ligel serokwezîr Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîn pêk anî.

XS
SM
MD
LG