Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvajoya bo Pejirandina Berbijarîya Amy Coney Barret Destpê Dike


Peyvajoya li Civata Senatoran ya Amy Coney Barrett, ku ji alîyê Serok Donald Trump ve bo Dadgeha Qanûna Bingehîn wek berbijar hatibû raber kirin, îro Duşemê destpê dike.

Bo Barrett dê îro Duşemê li Komîsyona Dadê ya Civata Senatoran rûniştinek li dar keve.

Medya Amerîkî beşeke axaftina Barrett weşand. Li gor nûçeyan, Barrett dê di axaftina xwe de bêje ku ewê li dozan bi bingeheke qanûnî binêre û wan bi nêrînên xwe yên şexsî nenirxîne.

Demokrat dixwazin ku Barrett beşdarî dengdana ser sîgortaya saxlemîyê, ku wek Obamacare tê zanîn, nebe û herwiha maytekirinê li nakokîyên gumankirî yên ser encamên hilbijartinê jî neke.

Li ber e ku rûniştina li Komîsyona Dadê ya Civata 4 rojan bidome û çaverê ye ku di dawîya Cotmehê de dengdana ser Barrett çêbe.

Her çiqas hin senatorên Komarî dibêjin ku ew berî hilbijartinê dijî pejirandina berbijarîya Barrett in jî piranîya Komarîyan têra pejirandina wê dike.

Li Civata Senatoran ya bi 100 kursî 53 kursî di destê Komarîyan de ne û bo pejirandina Barrett herî kêm 51 deng pêwîst in.

Piştî yek ji endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn, Ruth Bader Ginsburg, ku bi lîberalbûna xwe dihat nas kirin, jîyana xwe ji dest da, Donald Trump, Barett di 26’ê Îlonê de bo Dadgeha Qanûna Bingehîn kiribû berbijar.

Bi mirina Ginsburg, niha li Qanûna Bingehîn ya bi 9 endam, piranî bi 5 endaman di destî konservatîfan de ye û bi pejirandina Barrett ew hejmar dê bibe 6.

XS
SM
MD
LG