Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Analîstên Alman: Muşekên Koreya Bakur Sexte ne


2 şîkerên Alman dibêjin, muşekên balîstîk yên Koreya Bakurî, ku destpêka vê mehê di pêşandana leşkerî de hatine nîşandan, muşekên sexte ne.

Analîstên Alman Markus Schiller û Robert Schmucker di rojnameya “Schmucker Technologies” de dinivîsin ku 6 muşekên balîstîk yên ku bi hilgirên mobîl dihatin nîşandan, muşekên derewîn in.

Rojname her wiha dibêje, wusa xuya ku muşekên ku di pêşandana leşkerî ya 15’ê Nîsanê de hatine nîşandan, ji çend madeyên cûr bi cûr hatine çêkirin ku firîna muşekên ne pêkan dike.

Markus Schiller û Robert Schmucker her wiha didine zanîn ku her yek ji wan 6 muşekên ji hevdu cihêtir bûn, tevî ku Koreya Bakur hewil dabû ku wan bişibin hevdu.

Analîstên Alman Schiller û Schmucker dibêjin, di destê wan de ti delîl tune ye ku Koreya Bakur xwedîyê muşekên balîstîk e ku ji parzemînekê dikare bifire parzemênîkê din.

Di pêşandana leşkerî ya 15’ê Nîsanê de nêzîkî, ku li ser 100 salîya dayikbûna rêberê yekê yê Koreya Bakurî Kim Il Sung hatibû rêk xistin, 900 alav û cîhazên leşkerî hatibûn nîşandan.

XS
SM
MD
LG