Karbidestên Îraqî dibêjin, leşkerên artêşê û çekdarên Şîa karîbûn êrîşeke DAIŞê li bajarokê Xalidiya ya li Anbar bişkînin.
Karbidestekî xwecihî yê bi navê Athal al-Fahdawi got, mîlîtanan bi hawanan û 5 otomobîlên xwekujî êrîş birin ser bajarokê Xalidiya û 10 leşker kuştin.
Fahdawi got, endamên DAIŞê piştî pevçûnên dirêj neçar man paşve bikşînin û li dû xwe termên 12 çekdarên xwe hêştin.
Hêzên Îraqî û mîlîsên Şîa ji mêjve hewil didin ku deverên di destê DAIŞê careke din bêxin bin kontrola xwe.