Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere Destûr Nade Parlementerekî Alman ku Wek Çavdêr Here Tirkîyê


Ajansa AP radigihîne ku Tirkîye destûr nedaye parlementerê Alman Andrej Hunko ku wek endamekî şandeya çavdêrîya hilbijartinên vê heftê de cîh bigire.

Hunko ku endamê Partîya Çep ya Almanî ye got ku biryar bû ew wek beşekî şandeya çavdêr ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) biçûya Tirkîyê.

“OSCE ez agahdar kirim ku navê min jî lîsta çavdêr ya hilbijartinan hatiye derxistin jiber ku Tirkîyê destûr nedaye ku ez têkevim wî welatî, lê hîn ji min re ron nekirine ku bingeha wê biryarê çi ye.”

Hunko di hilbijartinên berê yên Tirkîyê de jî çavdêrî kiribû û şertên pêkanîna hilbijartinan rexne kiribûn. Hikûmeta Tirkîyê ew bi sempatîvanîya PKKê tawanbar kiribû, lê Hunko ew yek red kiribû.

XS
SM
MD
LG