Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Em Hewil Didin Lîbya ji Şerên bi Wekalet Dûr Bixin


Angela Merkel Şêwirmenda Almanya
Angela Merkel Şêwirmenda Almanya

Serok Hikûmeta Almanya Angela Merkel roja Çarşemê ragihand ku welatê wê dê rola xwe bibîne jibo ku nehêlin şerên bi wekalet li Lîbya biqewimin.

Merkel hişyarî da ku, şerên li Lîbya dê bibin sedema têkçûna rewşa ewlehîyê li seranserî parzemîna Afrîqa.

Di axiftina xwe ya roja Çarşemê ya di Parlamenê Almanî "Bundestagê"de li Berlin, Angel Merkel got"rewş li Lîbya aloz dibe, rewşa li wî welatî dişibe rewşa ku me li Sûriyê dî…gelek giringe em, hemû şiyanên xwe bikar bînin, jibo ku rewş negihe rewşa şerên bi wekalet û Almanya dê bi rolê xwe rabe".

Merkel herwiha got"eger ku rewş li Lîbya rihet nebe, dê ewlehî û tenahîya hemû parzemîna Afrîqa aloz bibe".

XS
SM
MD
LG