Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtaliya Kuştina Gomnbarê Êrîşa Berlin Radigihîne


Ajansan ragihandin ku, serê sibeya roja Înê gomanbarê êrîşa Berlin Anîs Amrî li bajarê Milan yê Îtaliya hat kuştin, piştî çek arastey polîsan kirî dema daxwaza nasnama wî kirîn.

Gotebêjê wezareta navxwe ya Almaniya Tobias Plate ragihand ku tê xûyakirin gomanbarê êrîşa Berlin li Îtaliya hatiye kuştin, herweha wezîrê navxwe yê Îtaliya Marco Minniti got "Anîs Amrî serê sibê li Milan di gullebarandina di navbera wî û polîsan de hat kuştin, êdî nema ew gefek be jibo tu kesan.

Hat ragihandin dema polîs di erka xwe da bûn, di seat 3:30 li êstegha tirênê ya bi navê Sesto San Giovanni li bajarê Milan, daxwaza nasnamê ji Anîs kiriye wî yekser gulle berdane polîsan, polîsek birîndar kirîye berî polîs wî bikujin.

Çavkaniyek dadweriya Îtalî dibêje polîsan pêzanînên pêşwext hebûn ku kesê gomanbarê êrîşa ser bazarê Kirîsmisê li Berlin li wê herêmê ye.

Polîsên Milano yên dije terror piştî kesê hatî kuştin hevber kirîye li gel saloxên gomanbar Anîs Amrî, xûya bûye heman salox hene.

Anîs Amirî kesekî Tunisîye, li Almaniya daxwaza penaberiyê kir bû, êvarîya roja Duşema borî bi kamyonekê êrîş bir ser bazarekê Kirsmisê di encam da 12 kes hatin kuştin û 56 kes jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG